Lêkolîner Tariq Wehbî: Di nakokiya Îran-Îsraîlê de rola Tirkiye û Qeterê qonaxeke nû ya şer e

Pisporê pêwendiyên navneteweyî dibe Dr. Tariq Wehbî diyar kir ku nakokiya di navbera Îsraîl û Îranê de bi rêbazên nû dewam dike. Wehbî rola Qeter û Tirkiye ya divê mijarê de jî wekî, "Qonaxeke nû ya şer ku dê guhertinên herêmî û navneteweyî çêbike" nirxand.

Lêkolîner Tariq Wehbî: Di nakokiya Îran-Îsraîlê de rola Tirkiye û Qeterê qonaxeke nû ya şer e
25 nîsan 2024   10:28
NAVENDA NÛÇEYAN
YEHYA HEBÎB

Pisporê pêwendiyên navneteweyî Dr. Tariq Wehbî aloziya di navbera Îran û Îsraîlê de, her wiha rola Tirkiye û Qeterê di vê aloziyê de, ji ajansa me re nirxandin.

Dr. Tariq Wehbî diyar kir ku aloziya di navbera Îran û Îsraîlê de bi rêbazên nû dewam dike. Wehbî got aloziya vê dawiyê derketiye, hişt Îran moşek û balafirên xwe yên bêmirov bi kar bîne, lê wan jî tu encam neda û tu zirarên leşkerî nedan û wiha domand: "DYA’yê bi rêya navberkarên bersiv lawaz kir. Baskên Îranê yên li nêzî sînorê Lubnan-Îsraîlê jî tu moşek neavêtin."

Wehbî destnîşan kir ku Îran her tim gotina "berisva stratejîk" bi kar tîne da ku alîgirên xwe bide îqnakirin ku ew xwedî hêz e ku Îsraîlê bitirsîne û got: "Dibe ku li herêmê tevliheviyeke mezin çêbe. Sedem ew e ku tu pêşketin di dosyaya Xezayê de çênebûne û Washingtonê piştgirî neda operasyona leşkerî ya Îsraîlê ya li dijî başûrê Xezayê.”

Li gorî Wehbî, di vê rewşa siyasî ya aloz de piştgirî ji bo baskên Îranê didome, ji ber ku ew ne girêdayî tu peymanên navneteweyî ne û li gorî daxwaza Pasdarên Sînor ên Îranê tev digerin. Ji ber wê jî enî dê her germ bimînin, lê ew germahî dê kêmtir bibe ji ber ku aboriya Îranê jî lawaz bûye û got: "Îran girîngiyê dide Iraqê, ji ber ku di aliyê erdnîgariyê de ji Sûriyeyê girîngtir e da ku komên xwe yên çekdar ên xeta Iraq-Sûriye-Lubnanê bi çek bike."

Dr. Tariq Wehbî bal kişand ser îdiayên ku dê Qeter ji rola navbeynkariyê ya di navbera Îsraîl û Tirkiyeyê de vekişe, wiha axivî: "Belavkirina rolan di navbera Qeter û Tirkiyeyê de ji aliyê Îsraîlê ve tenazuleke dîplomatîk e, nexasim ku çapemeniya yekane ya li Xezayê kanala Cezîra ye ku sûcên Îsraîlê yên li dijî jin û zarokan nîşand didan. Ev jî bû sedema hêrsa Îsraîlê.”

Wehbî guhertina Qeterê bi Tirkiyeyê wek qonaxeke nû ya şer nirxand û sedema vê yekê spart van xalan: “Partiya Erdogan a nêzîkî tevgerên îslamî êdî lawaz bû û derfet ji Amerîkayê re vebû da ku navbeynkariyê bike. Her wiha têkiliyên dîplomatîk ên Îsraîl-Tirkiyeyê kevnar in. Ez bawer im Tirkiye nikare zêde di vê navbeynkariyê de biçe, ji ber ku Qeter jî endameke sereke ya piştgiriya Hemasê bû. Lê belê Tirkiye naxwaze bikeve wê yekê, ji ber ku rewşa wê ya aborî jî ne zêde baş e û lîreyê Tirk li hember dolar têk diçe."

AMADEKARIYA PLANÊN NÛ

Wehbî wiha lê zêde kir: "Di dawiyê de Îran dosyayê dirêj dike, ji ber ku sala bê peymana wê ya nukleerî ya sala 2015'an bi dawî dibe. Îsraîl baş dizane ku gefxwarina Îranê bingeha şerê Îsraîlê ye, ji ber ku bê gefan Îsraîl nikare çekên Amerîkayê bê pere bi dest bixe."

Li gorî Wehbî, Tirkiye û Îran tevî pirsgirêkên xwe yên hundirîn dê di pêşerojê de zextê li Rojhilata Navîn bikin û got: "Amerîkayê jî tevî ku piştgiriya Kendava Ereban ji dest da, lê dîsa jî hewl dide rê li ber çareseriyên li Yemenê bigire û destekê bide avakirina hikumeteke nû ya Filistînê.”

(mh)

ANHA